NASANDIN Û XEBATA
HEYVA SOR A KURDISTANÊ
Destpêk
Her cûre sazî û organîzasiyon tên damezirandin ji ber pêdiviyên şert û mercên ku
derdikevin holê. Saziya me Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) jî le ser rastiyeke wisa
hatiye damezirandin.
Dema ku HSK hate damezirandin, li Kurdistanê şerekî qirêj û wêrankariyeke mezin
hebû. Ji ber berdewambûna şerê bi salan ê li Kurdistanê hîn jî bandora ziyan û
vê wêrankariya mezin heye. Hîn jî li ber çavan in wan birînên kûr û bandor û
siya wî şerê qirêj û dijmirovane ku li hemberî gelê me tê meşandin. Pêdivî û
pêwistî bi dermankirina van birînan heye. Lê belê ji bo ku niha em ketine
pêvajoya aşitiyê, vê yekê nayê wê wateyê ku wê van birîn û ziyanan ji ber xwe ve
bên dermankirin û telafîkirin; ev tê wê wateyê ku qonaxa aşîtiyê derfetan
derxistiye hole da ku mirov bi awayekî hêsantir bikaribe materyalên tendurustî û
hwd. bişîne welat.
HSK jî li gor derfetên xwe hewl dide ku piştgiriyê bigire ji bo birînan bipêçe û
her wiha piştgirî û alîkariyên ku bidest dixe jî, ji gelê me re bişîne. Bi vî
awayî, li ser vê armancê û di çarçova destûra xwe de xebata xwe berdewam dike û
wê her tim jî bike. Di vî warî de her çend kêmasî hebin jî, ewê xebata xwe
bêrawestîn bimeşîne. Bê gûman di vê mijarê de pêwistî bi alîkariya kesayetî,
sazî û gelê me yê welatparêz û mirovhezan jî pir heye, ji bo ku vê xizmeta bi
rûmet bi hêztir berdewam bike.
Mirov dikare di vê çarçovê de rewş û xebata HSK ê wisa rêz bike:
Damezirandina HSK:
a. Dîroka damezrandin û cîhê HSK: 31 Adar 1993 de Bochum-Almanya
b. Armanca HSK: Bi daringî(madî) û arişî(manewî) alîkariya mexdûrên şer dike.
Dema ku vê alîkariyê dike mafê mirovan her dem digire ber çavan. Di heman demê
de her tim ji xwe re dike bingeh ku xebata hevbeş bimeşîne li gel Xaçên Sor û
Heyvên Sor di hemû welatan de, di serî de jî li gel Xaça Sor a Navnetewî. Her
wiha HSK li çar perçên Kurdistanê damezirandin û meşandina xebatê li ser bingeha
alîkariya hûmanîter û piştgiriyê armanc dike li gel Komiseriya Bilind a
Penaberan a Netewên Yekbûyî (UNHCR), Parastina Mafên Zarokên Cîhanê (UNICEF),
Rêxistina Tendurustî a Cîhanê (WHO), û her wiha li gel hemû sazî, partî û
rêxistinên hûmanîter ên cîhanê, Tirkiyê û Kurdistanê.
Rêxistingeriya HSK:
a. Buroya Navendî ya Almanya: Bonn / Kasbach-Linz
b. Buroya din a li Almanya: Ulm.
c. Buroyên fermî yên HSK ku li derveyî Almanya hatine damezirandin: Frensa,
Hollanda, Belçîka, Swîsra, Swêd, Norwec, Danîmarka, Fînlandiya, Londra,
Awusturya û Yunanîstan. Her weha xebata HSKê li Emerîka, Kanada, Awustralya,
Lubnan û Mexmûrê weke nûnervanî (temsîlkarî) tê meşanadin û hewldan hene ku di
van welatan de jî bibe fermî.
d. Hejmara hemû xebatkarên HSK ku bi dilxwazî xebat dikin zêdetirî 200 kesî ye.
e. Hejmara endamên HSK li Almanya zêdetirî 2000 kesî ye û hejmara endamên HSKê
yên li welatên din jî nêzîkî 4000 kesane.
Saziyên ku têkiliyên HSK pêre hene û HSK pêwîst dibine ku xebata hevbeş bi wan
re bike
a. Li welat: Saziyên mafên mirovan, Weqif, Belediye, Sendîka û saziyên sivîl ê
humanîter.
b.Derveyî welat: Almanya- Medico International û hinek Xaçên Sor ên eyaletan,
Caritas, Dêr.
Swîsre: Komîseriya Bilind a Penaberan a Netewên Yekbûyî (UNHCR), Yekîtiya Dêr a
Cîhanê.
Hollenda: Cizîra Botan (Ji dostên Hollandiyan pêk tê CIBO) û Weqfa Rûmetê.
Belçîka: Ji bo kesên seqet saziya Protezan Hendicap û Saziya alîkariyê ya
Yekîtiya Ewropa-Komîsyona Ewropa (ECHO).
Frensa: Weqfa Azadî (Madam Mîtterand), Saziyên alîkariyê yên Marsîlya..
Swêd: AGAPE foundation (Ev weqif, 1 ambûlans û 2 tir malzemên nexweşxanê şiyand
ji bo qampa Mexmûr), Carîtas û federasiona komelên Netewên Yekbûyî.
Danîmarka: Navenda Rehabîlîtasyonê ya dijî Îşkencê.
Fînlandiya: Komelên Aşitî (Ev sazî ji destpêka HSK heta roja îro alîkariya
projên zarokan dike).
Italya: Saziyên Alîkariyê yên Girava Sardunya.
Bi hinek sazî û dezgehên ku navên wan li jor hatine nivîsandin, tenê têkili
çêbûne û bi hinekan re jî bi hev re xebat tên meşandin. Lê armanc ew e ku li ser
bingeha rêbaza (tüzüka) HSKê têkiliyên herdemî bi hemûyan re çêbibe.
Xebata Pratîkî:
Bi tevahî xebata HSK ê: berhevkirina alîkarî û piştgiriyê ji her kes û her
saziyên biyanî û Kurdistanî yên humanîter û xêrxwaz. Mirov dikare warê xebatê bi
du rengan bide xuyakirin:
a. Xebata nava civakê: Di nava civakê de bi riya meqbûz, kûmbere û konto alîkarî
tê komkirin. Bi giranî di hemû çalakiyên weke fest, şahî, dawet û meşan de
alîkarî tê berhevkirin, kes tên endamkirin û xizmeta tenduristî tê dayîn.
b. Xebata nava sazî û dezgehên humanîter û xêrxwaz: Ev xebat, di bingeh de bi
riya projan tên kirin. Ji ber ku ev xebata me ya yekemîn e, di vî warî de
kêmasîyên me hene. Ji bo vê xebatê gelek pêdiviya me bi kesên ku bi zimanê
biyanî dizanin heye.
Mirov dikare xebatên din ên praktîkî wisa rêz bike:
1. Çapemenî: Ji 6 mehan carekê kovara HSK Roja Kurdistan, belavok û broşur tên
weşandin û her wiha li ser nasandina HSKê, peyamên agahdarî û nameyên daxwaza
alîkariyê ji saziyên humanîter û alîkariyê re têne şiyandin.
2. Projeyên HSK: Ji damezirandina HSKê heya roja îro ev proje berdewam dike. Ev
proje ji bona zarokên ku dê û bavên xwe di şer de wenda kirine û yên ku pêdiviya
wan bi alîkariyê heye hatiye çêkirin. Di çarçova vê proja alîkarîyê de ji her sê
mehan carek 150 euro tê şiyandin bo her yek ji van zarokan ku hejmara wan
digihîje nêzîkî 300 kesî. HSK him ji bo şandina peran, him jî ji bo şandina
materyalan tengasiyên dijwar kişand. (Bi taybetî di mijara şiyandina materyalan
bo Bakûrê Kurdistanê). Lê mirov dikare bêje ku di van salên dawî de, şiyandina
alîkariya peran bi riya bankê bi rengekî sistematik û bê problem pêk tê.
Alîkariya ku di çarçova vê projê de hatiye şandin, ji roja ku HSK hatiye
damezirandin heta roja îro, 540.000 euro ye. Hejmara zarokên ku bi armanca
girtina alikariyê serî li HSK dane zêdetirî 1000 kesî ye. HSK tenê dikare li
gorî derfetên xwe alîkarî bişîne ji bo hejmara ku li jor hatiye diyarkirin.
3. Proja alîkariya bo malbatên zindaniyan: Alîkarî tên şandin ji bo malbatên
şehîd û girtiyên ku pêdiviya wan pir bi lezgînî bi alîkarîyê heye.
4. Proja nexweşxana Silêmanî û Hewlêr: Ev proje ji ber sedama şerê navxweyî
hatiye rawestandin. Niha ev proje ji bo kampa penaberan a Mexmûrê tê meşandin.
Her wiha di çarçova vê projê de ji perçên din ên Kurdistanê re jî alîkarî tê
şiyandin.
5. Proja kampa penaberan a Mexmûr: Ev proje di despêkê de weke kampanyakê hat
meşandin û pişt re jî bû proje. Heta niha, bi taybetî di van salên dawî de ji
Swêd 1 ambulans û 48 ton meteryalên nexweşxanê, cil û çadir ji bo qampa Mexmûr
hatine şandin. Van meteryalan ketine xizmeta gelê kampê. Dîsa ji Mersilyayê (Frensa)
bi riya heyeta yekemîn 20 000 DM û ji bo zarokên kampê jî materyalên perwerdê (pirtûk,
çente, pênûs) hatine şiyandin. 10 tûrên ku ji materyalên tenduristiyê pêk dihat,
ku buhaya wan 150.000 DM ye, hatin şiyandin ji bo gelê kampê re. Di sala 2003
meha çile de, ev heyet careke din çû kampa Mexmûrê û HSK jî li gel vê heyetê 10
000 euro û meteriyal şand. Ev pere û materiyal hemû hatin gihandin bo gelê kampa
Maxmûrê. Her wiha HSK ji Almanyayê mamosteyek şand vê kampa mijara gotinê. Ev
mamosta nêzîkî 3 sal in li wê derê perwerdê bi zimanên Îngilizî û Almanî dide.
Ev memosta di dema çûna xwe de 5000 DM jî, ku ji alî HSK ve jê re hatibû
radestkirin, bi xwe re bir ji bo gelê qampê. Her wiha heyetek ji Kongra Netewiya
Kurdistanê (KNK) jî, ku ji du kesan pêk dihat, çû kampê û bi xwe re materyalên
pêwîst bir ji bo radestkirina bo gelê me yê li wê derê. Heyeteke ji weqfa jinan
jî ji Hollanda çû vê kampê. Ev heyet jî li gel xwe ji bo zarokên keç cil û
lîbasên xwendegehê (medresê) birin.
6. Proja Vegera Bo Gundan: Li gorî pêvajoya nû, xebat hat meşandin ji bo
çêkirina projeyeke giştî, di bin navê Proja Vegera Bo Gundan. Ji bo rêk û pêk
kirina vê projê xebat her berdewam e.
- Di hemû çalakiyên kurdî û biyanî de, weke di şahî, meş û dawetan de, bi navê
HSK ştand tên vekirin û alîkarî tê kom kirin. Her wiha di van çalakiyan de, ji
alî xebatkarên HSK ve xizmeta tenduristî tê dayîn ji bo başdaran. Li gel vê yekê
di van şahî, meş û dawetan de, ji bo HSK kes tên endamkirin û li ser vê bingehê
kampanya endamtiya HSKê berdewam e.
- Di cejnên olî de, ji bo ku gel fitre, zikat û qurbanên xwe bi riya HSKê bişîne
ji gelê me yê muhtac re, bi navê HSKê û bi riya medyayê bang hatine kirin. Piştî
vê bangê, gelê me başdarê alîkariyê bûye. Ji bo serjêkirina qurbanan li
Kurdistanê û metropolan pêwendî hatine danîn li gel saziyên humanîter û komelên
civakî û di gelek bajaran de qurban hatine serjêkirin û ev qurban li gel hatine
belavkirin.
- Her wiha alîkarî hatiye şandin bo kesên ku li Kurdistanê bi giranî nesax in û
bo malbatên ku pirr pêdiviya wan bi alîkarîyê heye. Wek mînak ji bo tedawiya
Sevgî Înce, ku di girtîgehê de bû, 8 hezar DM hatiye şandin. Ji bilî viya, ji bo
kurdekî bi navê Serkan, ku her du lingên wî di şer de qut bûbûn, di buhaya
10.000 DM de protez hatine çêkirin û jê re hatine şiyandin.
- Ji bo gelek bajarên Kurdistanê re ji bo perwerda zarokan materyalên dibîstanê
yên perwerdê û derman ji bo nexweşên ku pêdiviya wan bi dermanan hebû hatiye
şiyandin. Her wiha, ji bo hinek belediye û navendên tenduristiyê ê Kurdistanê re
jî materyalên tenduristî (6 makinên dîalîzê, erebeyên bi teker ên seqetan -ên bi
akû û yên bê akû, û gopalên ji bo seqetan) hatiye şiyandin. Di van rojên dawî de
jî, ji bo 3 belediyên bajarên mezin ên Kurdistanê re, qamyonekî materyal, ku di
nav van meteryalan de 6 makînên dîalîzê û ji bo seqetan 6 erebeyên bi akû û 30
erebeyên bê akû hatiye şiyandin.
- Xebat tên kirin ji bo tenduristî û karên brokratîk ên gaziyên şer, ên li
Ewropa dijîn. Weke mînak, alîkarî hatiye kirin ji bo tenduristiya du hevalên ku
xwe şewitandibûn. Li Hollandayê xebat tê kirin ji bo ku Proja Navenda
Rehebîlîtasiyonê pêk bê, bi armanca ku problemên gaziyan, weke perwerde û
tenduristî, sererast, rêk û pêk û çareser bibe. Ji bo ku ev proje pêk were, bi
gelek saziyên hûmanîter yên navnetewî re danustandin hatiye çêkirin û ev
danustandin berdewam dikin. Hinek ji vana jî, weke mînak Navenda Rehabîlîtasyona
li Dijî Îskencê ya li Danîmarka, soza alikariyê jî dane.
Armancên HSK:
a. Di serî de buroya HSK li Almanya û xebatên hemû buroyên HSKê bi rêkûpêk bêne
meşandin û xebata hevbeş bê xurtkirin.
b. Zêdekirina hejmara endaman û xebatkaran: Pêwist e hejmara endaman bigihîje 10
hezaran, hejmara xebatkaran bigihîje 500 kesî û tu herêm bê xebatkar nemîne.
c. Bi her awayî alîkariyeke xurt bê kirin bo Projeya Navenda Rehabilatasiyonê,
ku li Hollanda xebat li ser tê kirin. Bi vî ve girêdayî, ji bo mexdûrên şer
derfetên tenduristî, perwerda ziman, huner û teknîk bên afirandin, û ji bo ku
xebatek baş bê kirin di vî warî de divê lêkolîn were çêkirin.
d. Pêwist e proja vegera bo gundan û proja kampa Mexmûr rêkûpêk bibe û li ser vê
bingeha xurt, van projeyan bên pêşkêşkirin bo sazî, dezgeh û kesayetiyên
hûmanîter ên biyanî.
e. Divê lêkolîn û lêgerînên bi hêz werin çêkirin, ku Heyva Sor a Kurdistanê
bikaribe hîn zêdetir materyal bişîne Welat.
f. Ji bo ku ji malbatên muhtac û zarokên mexdûr re alîkariyeke berdewamî û
sîstematîk were şiyandin xebateke têkûz û berfireh pêwîst e, û ji bo kesên wisa
re divê cihê karkirinê were peydakirin.
g. Rê û defret bên dîtin ji bo ku alîkarîyeke xurt bigihîje HSK, û çavderiyeke
têkûz bê çêkirin li ser maliya HSKê.
h. Divê serlêdana kesên mexdûr, ku ji bo alîkarîyê serî li HSK didin, baş bê
nirxandin, di nava van kesan de yên herî zêde muhtac bên hilbijartin û ji bo ku
mirovên muhtac re hîn pirrtir alîkerî bê kirin di vî warî de divê derfet bên
zêdekirin.
Heyva Sor a Kurdistanê
2003
KURDISKA RÖDA HALVMÅNENS VERKSAMHET
Inledning
Organisationer och verksamheter bildas efter behov. Detta faktum samt
omständigheterna i övrigt ledde till bildandet av Kurdiska Röda Halvmånen (KRH).
Då KRH bildades pågick ett smutsigt krig i Kurdistan och många människoliv gick
till spillo. Kriget fick många följder och det finns många som ännu lider av
det. Detta smutsiga, obarmhärtiga och omänskliga krig pågick mot vårt folk,
sårade dem djupt och spåren finns ännu kvar. Såren måste läkas, men de läks inte
av sig själva för att kriget nu har stoppats och vapen villa råder. Slutet på
kriget innebär endast att det nu blir lättare att hjälpa de lidande.
KRH:s arbete, nu och i framtiden, är att hjälpa människor som drabbats av krig
och katastrofer. Våra resurser är begränsade och vi kommer att behöva stöd och
hjälp av enskilda personer, föreningar, institutioner och den kurdiska nationen.
Bildandet av KRH
a. KRH:s bildande: 31 mars 1993, i Bochum, Tyskland
b. KRH:s mål: Att ge ekonomisk och moralisk hjälp till de utsatta. Alltid
respekterar de mänskliga rättigheterna. Samarbeta med Röda halvmånen och Röda
korset. Målet är även att KRH ska samarbeta med FN:s flykting organisation
(UNHCR), Skyddandet av barns rättigheter (UNICEF), Världshälsoorganisationen
(WHO) och med andra humanitära organisationer i världen, Turkiet och Kurdistans
alla fyra delar som är i behov av denna hjälp.
KRH:s verksamhet
a. Huvudkontoret i Tyskland: Kasbach - Ohlenberg, söder om Bonn
b. Andra kontor i Tyskland: Ulm.
c. KRH:s byråer utanför Tyskland: Frankrike, Holland, Belgien, Schweiz, Sverige,
Norge, Danmark, Finland, Storbritannien, Österrike och Grekland.
KRH är även aktiv i USA, Kanada, Australien, Libanon, och Mahmûr. Man har planer
på att öppna byråer i dessa länder.
- KRH har över 200 frivilliga medarbetare
- KRH har över 2000 medlemmar i Tyskland och antalet av medlemmar i resterande
övriga är ca 4000.
Organisationer som KRH har kontakt med och som KRH som mycket viktigt att
samarbeta med:
1. Inrikes: mänskliga rättighetsorganisationer, kommuner, län och enskilda
humanitära organisationer.
2. Utrikes: Tyskland- Medico International och Röda Korset
Schweiz: Internationella flyktingorganisationen (UNHCR), Kyrkornas världsråd.
Nederländerna: Cizîra Botan (består av nederländska vänner, CIBO) och Stiftelsen
Heder.
Belgien: Protezan Hendicap som stödjer handikappade, EU:s biståndsorganisation (ECHO)
Frankrike: Fredsorganisationen (Madame Mitterrand) samt hjälporganisationer i
Marseille.
Sverige: Organisationen AGAPE (denna organisation har skickat en ambulans och
två lastbilar med vårdmaterial till Mahmûralägret)
Danmark: Rehabiliteringskommittén mot tortyr.
Finland: Fredskommittén (denna organisation har hjälpt KRH från det att den
bildades fram till idag med projekt för barn)
Italien: Hjälporganisationer från ön Sarduna.
Vissa av dessa organisationer som nämnts ovan har man endast kontakt med
samtidigt som man med andra samarbetar aktivt. Målet är dock att man i enlighet
med KRH:s program ska ha en aktiv verksamhet med alla dessa organisationer.
Praktiska aktiviteter
KRH arbetar för att samla hjälp och stöd från alla människor och organisationer.
Man kan dela in den praktiska arbetet i tre delar:
1. Insamling av pengar: Det sker dels via direkta bidrag från medlemmar, dels
via sparbössor och insamling. Största delen av hjälpen samlas in vid fester,
högtider, bröllop samt demonstrationer. Det är också där som nya medlemmar ofta
värvas.
2. Det praktiska hjälparbete: Detta arbete sker i olika projekt. Trots att det
är den viktigaste delen av arbetet inom KRH stöter man ofta på problem med att
utföra det på bästa möjliga sätt. Främst beror detta på att arbetet kräver
personal med goda kunskaper i främmande språk vilket man har brist på.
3. Information till medlemmar, kontakter med andra organisationer: KRH:s
tidskrift Roja Kurdistane - Kurdistans Sol publiceras var sjätte månad. Flygblad
och broschyrer om KRH delas ut med syfte att berätta om KRH:s arbete samt brev
där hjälp önskas skickas ut till olika humanitär- och hjälporganisationer.
KRH:s projekt:
a. Barnprojektet: Detta projekt har funnits sedan KRH bildades för att hjälpa
barn som förlorat sina föräldrar i krig och är i behov av hjälp. Varje barn
tilldelas 150 Euro. Det är mellan 200-300 barn som får denna hjälp. KRH har dock
vissa svårigheter att skicka pengar och varor till dessa behövande barn
(svårigheter att skicka varor till de behövande uppstår mest i norra Kurdistan).
Man kan dock säga att dessa svårigheter har minskat de senaste åren då det
blivit möjligt att skicka pengar via banker. Det sammanlagda beloppet som
betalats hittills är 540 000 euro. Antalet barn som mottagit dessa pengar är
1000 st. KRH har inte kunnat hjälpa fler barn p.g.a. begränsade resurser.
b. Projekt för hjälp till fängslades familjer: Hjälp ges åt familjer till
martyrer samt till fängslades familjer som är i nöd av snar hjälp.
c. Projekt för sjukhusen i Suleymania och Hewler (Erbil): Detta projekt har
stoppats p.g.a. inbördeskrig. Istället går denna hjälp till flyktingarna i
Mahmûralägret och till andra delar av Kurdistan.
d. Projekt för flyktingarna i Maxmûralägret: Detta var från början endast en
tillfällig kampanj men utvecklades sedan till ett projekt. En ambulans, 48 ton
sjukhus utrustning, kläder samt tält har skickats till Mahmûralägret, och
distribuerats de bosatta i lägret. Från Marseille har man i samarbete med den
första delegationen sänt 20 000 DM samt skolmaterial som böcker, pennor och
väskor till lägret. Ca 10 säckar fyllda med hälsovårdstillbehör värda 10 000 DM
har även skickats. I januari 2003 åkte denna delegation till lägret för andra
gången och då skickade man med 10 000 euro och materiella ting. Allt detta gick
till befolkningen i lägret. Man har även sänt en lärare från Tyskland till
lägret. Denne har nu varit där i ca tre år och undervisar i engelska och tyska.
Läraren tog även med sig 5000 DM till befolkningen i lägret. Även från Kurdistan
National Kongress (Kongra Netewa Kurdistan) har en delegation åkt till lägret.
Delegationen som bestod av två personer hade med sig viktig materiel till folket
i lägret. Från kvinnodelegationen i Holland har också en grupp åkt till
Mahmûralägret. Dessa tog med sig skoluniformer till flickorna i lägret.
e. ”Återvändo till byarna”: Till följd av den politiska utvecklingen i norra
Kurdistan har ett stort projekt med namnet ”återvändo till byarna” startats.
- Hjälp ska samlas in både vid kurdiska och vid utländska sammankomster, så som
bröllop, fester och demonstrationer. Folk som behöver hjälp under dessa
aktiviteter får vård av KRH:s medarbetare. Nya medlemmar värvas också vid dessa
sammankomster.
- Vid religiösa fester annonserar KRH via media att de tar emot allmosor, (fitre
zikat qurban) för att ge till behövande. Vid ”djuroffrande” har man tagit
kontakt med humanitära organisationer och samhällsföreningar i både Kurdistan
och metropoler utanför. Via dessa har insamlingar skett och insamlade pengar och
varor har sedan delats ut till folket.
- Man skickar också hjälp till svårt sjuka samt till familjer som är i stort
behov av bistånd. Till exempel har 8 000 DM sänts till den fängslade Sevgî Înce.
Ett annat fängelse har Serkan, som förlorat båda sina ben i krig, fått ett par
konstgjorda ben värda 10 000 DM.
- Skolmaterial har skickats till skolor i många städer i Kurdistan samt
mediciner till sjukhus som varit i behov av det. Man har även sänt
sjukhusutrusning (6 diagnosmaskiner, rullstolar, käppar) Till vissa orter har
läroböcker skickats till skolorna. En lastbil full med material har skickats
till tre olika orter. Bland materialen fanns 6 diagnos maskiner, 6 elektriska
rullstolar och 30 manuella rullstolar.
- För de skadade som bor i Europa ges hjälp till deras rehabilitering. Till
exempel gavs hjälp åt två brännskadade. För att lösa de skadades problem
planeras ett Rehabiliteringscenter i Nederländerna. För planeras detta projekt
har man tagit kontakt med många nationella humanitära organisationer och dessa
kontakter är fortfarande aktiva. Till exempel har man tagit kontakt med
rehabiliteringsorganisationen mot tortyr i Danmark och denna har nu lovat att ge
hjälp.
Målen med projekten
a. Först och främst ska huvudkontoret i Tyskland kontrollera filialkontorets
verksamhet och stimulera och främja deras arbete.
b. Antalet medlemmar och medarbetare ska öka. Målet är att nå upp till 10 000
medlemmar och öka antalet medarbetare till 500. Medarbetare ska finnas överallt.
c. Projektet ”Rehabiliteringscenter” som förs i Holland ska få all hjälp det
behöver. Detta för att kunna stödja krigsdrabbade genom utbildning,
d. Projekten ”återvändo till byarna” och ”Mahmûralägret” ska fullföljas och
presenteras för internationella humanitära organisationer och personligheter.
e. Undersökningar och efterforskningar måste ske i större omfattning så att mer
material kan skickas till hemlandet.
f.KRH:s arbete måste bli effektivare så att de behövande familjerna och barnen
ska få fortsatt hjälp samt att hitta arbeten.
f. Ett väl fungerande kontrollsystem för ekonomi delen inom KRH för att
effektivisera arbetet.
h.Ett system för att kunna undersöka vilka av de sökande som är i störst behov
av hjälp och därefter se till att dessa får hjälp först.
Kurdiska Röda Halvmånen
2003